Kandîdê komarî yê serokatiya Amerîka Donald Trump îro yekşemê lê mukur hat ku ew piştgiriya jinan jidest dide, lê wî medya tawanbar kir bi vê yekê û got medya axaftinên sexte, yên jinên ew bi destdirêjiyê tawanbarkirî, dan pêş.
Trump li ser rûpela xwe ya Twitter nivîsand ku rapirsînên niştimanî diyar dikin helmeta wî û ya kandîda demukrat nêzîkî hevin, lê wî got:
“Hûn bawer dikin min jimareke mezin a dengên jinan jidest da bi sedema lihevsiwarkirina hin rûdanên, qet nebûyê, ji aliyê medya ve. “
Rêjeya giştî ya rapirsînên niştimanî diyar dike Clinton bi 5.5 xalan ji sedî di pêş Trump de ye.
Du rapirsînên sereke îro yekşemê hatin belavkirin. Rapirsînên rojnameya Waşinton Post û tilfizyona nûçeyan ABC diyar kirin pêşketina Clinton bi 47 li beramber 43ji sedî ji bo Trump, di demekê de ku yên tilfizyona NBC û rojnameya Wall Street diyar kirin ku Clinton di pêş Trump de ye bi 48 beramber 37 ji sedî ji dengên dengdaran.