Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Mislim Behsa Rizgarkirina Gundê Dabiq li Sûriyê Dike


Hêzên opozisyona Sûrî doh yekşemê bi piştgiriya Tirkiyê gundê Dabiq li bakurê Sûriyê ji bin destê çekdarên Daiş rizgar kirin.

Ev gav pareke ji operasyona Tirkiyê k udi meha tebaxê de destpêkir ji bo damezrandina navçeyeke aram di navbera Tirkiyê û Sûriyê de.

Endamê serkirdayetiya Partiya Demukrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Elî Mislim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev operasyon û rizgarkirina Daiq şîrove kir û got:

“Ji aliyê Sîmbolîk ve Dabiq ji bo Daiş pir girîng bû, û me pêşbîniya şerekî giran li wir dikir lê Daiş çi berxwedan diyar nekir û zû Dabiq ji dest dan.“

Di derbarê nêzîkbûna hêzên opozisyonê ji navçeyên bin deste Hêzên Kurdî de, Mislim diyar kir ku Amerîka û hêzên navnetewî hin sînor danîne çi aliyên şer nikarin derbas kin, û din av wan de jî hêzên Tirkiyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Elî Mislim 10_17_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00

XS
SM
MD
LG