Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barak Obama bi Tundî Rexneyan li Donald Trump Dike



Serokê Amerîka Barak Obama îro bi tundî rexne li kandîdê komarî Donald Trump kirin li dor idîayên wî yên ku dibêje sextekarî di hilbijartinên serokatiyê dibin.
Obama bang li rikberên xwe yên komarî kir ku gazinan rawestînin û ji dêvla wan dengdarên xwe bişopînin û ji wan daxwaza hilbijartina kandîdê xwe bikin di 8ê meha bê de.
Obama di konferanseke rojnamevanî de li koşka sipî got:
“Min qet di jiyana xwe û dîroka nûjen a siyasetê de, nedîtiye kandîdekî serokatiyê hilbijarinan û proseya hilbijartina sexte bibîne berî destpêkirina dengdanê.”
Di konferansa li gel serokwezîrê Îtalî de, Obama got, “ev tişt berê nebûye û diyare çi bingeh jê re nînin.”
Tê zanîn, piştî lişûnmayîna wî li beraber Hillary Clinton di rapirsînên dawî de, Donald Trump bi çavên gumanê li rewatiya hilbijartinan temaşe kir û got ew hatine sextekirin.

XS
SM
MD
LG