Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Rizgarkirina Reqqayê Daxwaza Koalisyonê ye jî û Ya me ye jî


Salih Mislim
Salih Mislim

Di dema amadekariyên ji bo operasyona rizgarkirina Bajarê Mûsilê de, berpirsên Amerîkî digotin renge operasyona rizgarkirina Mûsilê û Reqqayê di heman demê de destpêbike, lê ya Mûsilê destpêkir û hîn çi nîşan nînin li dor a Reqqayê.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD Salih Mislim, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Axaftin berdewamin di navbera koalisyona navnetewî û hêzên Sûriya Demukrat de, lê dema destpêkirina operasyonê ew vediger ser wan ku biryarê bidin. Rizgarkirina Reqqa yê daxwaza koalisyonê ye jî û ya me ye jî. wek her cihekî din, eger hêzên Sûriya Demukrat Reqqa yê rizgarkin, dê encûmeneke sivîl li wir damezirînin ji bo rêvebirina karûbarên bajêr û dê ew hêz jê bikşên.“

Mislim ku li Broksilê dimîne, behsa tevlêbûna Tirkiyê kir di operasyona rizgarkirina Reqqa yê de û got eger bibe dê ji bo alîkariya Daiş be.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Salih Mislim 10_19_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:12 0:00

XS
SM
MD
LG