Huner hêlîna zaroktiya mirovan e, ku tê de her şêweyên jiyanê tên afirandin û li paş wê di çav û destê hunermendan tên şîrovekirin û wegerandin.
Mihemed Kuty nîgarkêşê kurd ji bajarê Hesekê, ku nuha li Viyêna dijî bû mêvanê Deng û Reng û jiyana xwe bi gotinan da ber çavan.
Kuty dibêje: belê min huner li zanîngeha Şamê xwend, lê ez mam dilsozê zaroktiya xwe û wêneyên wê demê û min wan ji bandora xavîtiya akadîmîkê parast.
Kuty li taxa gundê miftî ji dayik bû û li wir fêrî tîpên jiyanê bû, di maleke kurdperwer de, ji ber wê ew hîna dilsozê wê deverê ye û li ser wê dibêje: Gundê miftî cîhaneke taybete bi hemû rengê xwe, xelkên wê, esmanê wê, kurdewariya wê, ew ê bi min re bimîne ta ez hebim.
Li ser teknîka berhemên Kuty, ew dibêje: ez rengan di cawê kevalê de distrêm ta hestê min tije û têr bike.
Kuty mîna gelek ji hunermendên kurd in ku li dervî welêt dijîn, lê ew bawer dike ku wê serboerek nû be ji wî re û wê tê de karibe hunera xwe li pêşxe û bighîne astên bilind.