Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Dê Operasyona Reqqa Destpêbike Berî Bidawîhatina ya Mûsilê


Ash Carter
Ash Carter

Amerîka îro nîşanên herî bihêz diyar kirin ku şerê rizgarkirina Reqqayê renge zû dest pê bike û got dê ew û ya rozgarkirina Mûsilê di nav hev kevin.


Wezîrê berevaniyê Ash Carter di axaftina xwe de li gel peyamnêran piştî kombûna li gel hevalbendan li Parîsê, dema helmeta Reqqayê diyar nekir lê got amadekarî lidarin.
Wî got:
"Erê, dê herdû helmetên Reqqa û Mûsilê di nav hev kevin, ew pareke ji pilana me û em amade ne jê re."
Axaftinên Carter hatin piştî kombûna li gel 13 welatên hevalbendiya ku Amerîka serkirdayetiya wan di şerê Daiş de dike.
Hevtayê wî yê Firensî, wezîrê berevaniyê Jean-Yves Le Drian, wî jî piştrast kir ku amadekarî lidarin.
Tê zanîn Mûsila ku jimara xelkê wê 1.5 milyon e, û Reqqa, bajarê Sûrî yê jê biçûktir ew herdû bingehên xîlafeta Daiş in
Berpirsên Amerîkî pênasînê bi wê yekê dikin ku helmeta Mûsilê renge hefteyan an mehan dirêj ke.

XS
SM
MD
LG