Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwpêşandanên HDPê yên ji bo Desteserkirina Hevşaredarên Amedê Didomin


Piştî desteserkirina bajarvanên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevserokên HDP û DBP ragihandin ku her roj ewê li kolanan di nav gel de bin û heta bajarvan bên berdan ew dê çalakiyê xwe jibo wan bidomînin.

Siyasetvanên Kurd her rojê li navçeyek bi gel re tên ba hev.

Dema xwepêşandanan wesayitên zirxî rê nadin ku gel pir zêde li hev bicivin. Jiber rewşa awarte jî metirsîya êrîşan di nav gel de heye ku bi girseyî bicivin.

Sîyasetvanên Kurd anîbûn ziman ku heta bajarvan serbest neyên berdan, xebatkarên şaredariyê jî dê kar nekin.

Li bajêr zibil ketine ser hev. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di axaftinên xwe yên roja în û Şemiyê de got wesayitên zirxî yên polêsan dora xeraca wesayitên paqijkirnê girtine û nahêlin ku xebetkarên şaredariyê zibil û bermahiyan ji bajêr paqij bikin.

“Armanca wan ewe ku bêjin gel ji aliyê HDPê tê mexdur kirin. Lê dora xeracê giriten nahêlin wesayît derkevin. Ne tenê ew, çar roj in jibo dengê me neyê bihîstin, seranserê herêmê înternetê jî qut kirin. Kompaniyên GSM û internetê eşekere sûc dikin û nikarin bi biryara siyasetê internetê qut bikin û gel maxdur bikin. Ragihandin mafek yasayî ye.”

Selahattin Demirtaş di axaftina xwe de anî ziman, desthilatiya AKPê bi helwestek faşîst bersiv dide dexwaza gelê kurd ya xwerêvebiriya herêmî.

“Desteserkirina bajarvanan amadekiriya destdanîna ser şaredariyê ye. Ew dizanin bi hilbijartinan nikarin li vir şaredariyan bidest bixin, neha jî bi zorê, bi dizîyê dest didin ser şaredariyan.”

Wî bang li gel kir li 81 bajaran jibo xwedî derketina îrada xwe bêyî ku serî li şîddetê bixin, xwepêşandanan bikin, dengê xwe li hember neheqiyê bilind bikin.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG