Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê mîlîtanên Şîiî Tevlî Şerê Mûsilê Dibin


Hêzên Îraqî îro şemiyê pêş ketin li aliyê başûrê Mûsilê, di demekê de ku mîlîtanên Şîiî tevlî şer bûn û eniyeke nû vekirin li aliyê rojava.

Pêşketina hêzên Îraqê bo Mûsilê ji aliyê başûr ve bo bajarokê Şora hat piştî pêleka êrîşên esmanî û topbaranên dijî cihên çekdarên Daiş li hindirê bajarok.

Komandaran got piraniya çekdaran demekê berê vê heftê ji wir kişiyan û sivîl wek mertalên mirovî ji xwe re bikar anînîn, lê êrîşên esmanî yên bi serkirdayetiya Amerîka rê li wan girtin û di encamê de hin sivîl karîbûn birevin.

Li aliyê rojavayê bajêr, mîlîtanên Şîiî ku piştgiriya Îranê werdigrin, dest bi êrîşekê kirin ji bo derxistina Daiş ji bajarokê Til Afar û ji bo parastina sînor li gel Sûriyê, ku renge riya alîkarî û çekan ji ser Daiş qut ke di navbera Mûsil û Reqqa yê de.

Hin xem hene, ku mîlîtanên Şîiî renge nakokiyên mezhebî gur bikin li bajarê ku piraniya xelkê wî Sunnî ne, lê komandar dibêjin ew dê derbasî nava bajêr nebin.

Tê zanîn, Hêzên Îraqî û yên Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê ji aliyên başûr, rojhilat û bakur ve êrîş dikin ji bo dorpêçkirina gundan û jikarxistina bumbe yên bermayî yên Daiş.

XS
SM
MD
LG