Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li Dor Sûriyê


Aleppo
Aleppo

Wezîrê berevaniya Rûsya Sergei Shoigu dibêje têkçûna welatên rojava di rawestana tundûtijiya îslamî de, bû sedema lişûnmayîna piroseya aştiyê li Sûriyê.

Wî got serhildêrên ku piştgiriya hikûmetên rojava werdigrin êrîşî sivîlan dikin li bajarê Helebê di demekê de ku Rûsya êrîşên esmanî ragirtine.

Serokê hêzên leşkerî yên Tirkiyê Hulusi Akar, serdana Rûsya kir ji bo guftûgokirina pêşketinên herêmê û hevrêziya di navbera herdû welatan de.

Eger em bidin ber çavan, welatên rojava dibêjin Rûsya sivîlan ji xwe re dike armanc û hin ji wan wê bi gunehkariyên şer tawanbar dikin, gelo ew welat, û di serî de Amerîka, ta kijan astê gotinên wezîrê berevaniya Rûsya bi rijdî dixwînin.

Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê ku di van demê dawî de hinekî pêşdikevin, dikarin çi guhertinan li ser erdê bikin û Tirkiyê çawa dikare balansekê avake li gel herdû hêzên navnetewî Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê?

Gelo Tirkiyê, bi pêşxistina pêwendiyên xwe li gel Rûsya, dikare pilanên xwe yên taybet li Sûriyê bisepîne, piştî ku Amerîka jêre pêkneanîn?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Şîrovekarê siyasî Sîraj Osman ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Birûsk Necar, endamê komîta navendî ya partiya Demukrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 11_01_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:01 0:00

XS
SM
MD
LG