Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Rûsia Pêşnizeka Nû Derbarî Sûriye Dide


Serokê Rûsia pêşniyazeka mirovanî ya nû û ya yekaliy derbarî bajêrê dûrpeç kiri ya Helebê dike.

Vladimir Putin rijdî li serhildayên Sûri kir ji Rojhelata Helebê vekişin.

Serhildayên Sûri di bersîveka lezgin peşniyaza serokê Rûsia red kirin.

Wezareta berevaniya Rûsia ragehand, serok Vladimir Putin, biryar da ko riya ewa Rûsia ji beri niha vekirî careka din bête vekirin.

Ev riye li demjmêr 9 spêde heta 7 êvarî ya roja înyê wê tê vekirin, digel dû riyên din da serhildayên Sûri ji rojhelata Helebê derkevin da zêdetir qurbanî dinêf sivîlan çênebe.

Herwesa wizareta berevaniya Rûsia da zanin, riyek wê bo sinûrê Tirkiye be û du riyên din we bo devera Idlibe be.

Qomandare hêzên leşkerî ya Rûsia Valery Gerasimov, got “ Ew bang li hemo reberên komên çekdar dike dest ji tondûtîjyan berdin û ji Helebê derkevin”.

Berdevke cekdaren Nour el-Din Zangi, Yasir Yosif got, Rûsia ji dil nabêje u pêşniyaza wan ya dawiyê me nerehat neke”

Herwesa got, daxoyanên wan rengdana liser erde nade.

Yosif carek din got “ Em daxwazê ji civaka nêfnetewi dikin pêdacûne biser direwên Rûsia bike”

Wezire derve ye Rûsia Sergey Lavrov lidema seredana Yonanê got, hindek welatên tevlî pevajiya aştîya Sûrî danustandinên aştîyê tekdan lidema piştevanîya komen çekdar dijî seroke Sûrîye kirin.

XS
SM
MD
LG