Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasir Haj Mensûr: Pir Nêzîk Dê Operasyona Rizgarkirina Reqqa Destpêbike


Nasir Haj Mensûr
Nasir Haj Mensûr

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demukrat(HSD) Telal Silo îro ji ajansa Reuters re ragihand ku ew dê red bikin tevlêbûna Tirkiyê di operasyona pêşbîn a rizgarkirina bajarê Reqqayê de li Sûriyê, û wî got,” Dê HSD tenê hêza beşdar be di şerê rizgarkirina Reqqa yê de.”

Rawêjkarê HSD Nasir Haj Mensûr, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka axaftinên Silo piştrast kirin û got:

“Em wek HSD, ne tenê beşdarbûna Tirkiyê di vê operasyonê de red dikin, belê em hebûna wê li Sûriyê bi tevahî red dikin û wek dagîrkerî dibînin.“

Mensûr ku li bajarê Qamîşlo dimîne, dibêje:

“Ne tenê em wek Kurd belê xelkê Ereb jî hebûna Tirkiyê li Sûriyê red dikin û ez bawerim hevalbendiya navnetewî dê rê nede Tirkiyê tevlî operasyona dijî Daiş be.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Nasir Haj Mansour 11_03_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00

XS
SM
MD
LG