Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton:Trump Herdem Xwe Dide Pêş


Kandîda Demukrat a serokatiyê Hillary Clinton huşdariyê dide dengdaran ku kandîdê komarî Donald Trump "herdem xwe dide pêş û ne xeme ji bo wî kî li ser riya wî biêşe."
Roja pêncşemê Clinton li wîlayeta Carolina bakur bû, ku ji yeke ji wan wîlayetên pêwîste her kesê dixwaze bigihe koşka sipî lê biserkeve.
Wê got Trump nikare alîkariya xwe bike, dema ew jinan û kêmkateyan pîs dike, û her wiha got ew kesekî metirsîdare.
Clinton di dirêjiya axaftina xwe de got:
"Li seranserî Amerîka xelk nerîna tarî ya Trump red dikin li beramber a hêvî û yekbûnê."
Trump ji aliyê xwe ve behsa emailên Clinton kir û got divê ew dor wan bê tawanbarkirin.
Wî nehîşt alîgirên wî ji bîr bikin ku mêrê Hillary, serokê berê Bill Clinton di sala 1998an de hate tawanbarkirin li dor doza pêwendiya li gel jinekê li koşka sipî.
Wî got:
"Vaye em careke din rastî malbata Clinton tên, tên bîra we tawan û problem, welatê me tiştên wiha navê, me pêwîstî bi kesekî heye ku amade be ji bo kar."

XS
SM
MD
LG