Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP ji Karên Yasayî Yên Parlamenê Vedikşe


Parlamenter û endamên meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ragihandin ku ew ji kar û xebatên yasayî yê parlamenê vedikşin.

Meclisa HDPê, piştî girtina hevserok û parlamneteran li Amedê civina taybet lidarxistin.

Berdevkê Meclîsa HDPê Ayhan Bîlgen tevî parlamenter û endamên meclîsa HDPê li navenda HDPê daxuyaiyek çapameniyê belavkirin.

Li ser navê HDPê Ayhan Bîlgel encamnama meclîsa HDPê bi raya giştî re parvekir.

Birêz Bîlgen daxuyakirin ew ji meclîsê na lê ji kar û xebatên meclîsê vedikşin. Herwiha ewê bi civînan bi gel û nûnerên risxitinên sivilre jî werin ba hev.

Wî got biryara ji meclîsê vekişandin ya gel e, emê gilî û gazindên gel gohdar bikin, pêşniyarê wan bigrin. Dexwaza gel ya ji me emê paşê parvebikin.

Wî daxuyakirin armanca serokkomar Erdogan û desthilatiya AKPê ewe ku hemî rêxistin, sazî û dezgehên siyaseta kurd ya li dor HDPê tasfiye bike, îrada 6 milyon gelên ku dengê xwe dane HDPê tune bihesibîne.

"Erdogan bi hiceta hewla derbeyê rewşa awarte îlan kir, erka meclîsê kir destê xwe, Tirkiyê bi biryarên di hikmê qanûnê de birêve dibe û Tirkiyê kir komara kayyuman. Bi girtina parlamentera, destdanîna ser şaredariyan, nîşan dide ku tu rêza wan ji îrada gel re tuneye."

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00

XS
SM
MD
LG