Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Teqîneka Xwekujî li Bingeheka Leşkerî 4 Kesan Dikuje


Bergumanekî tevgera Talîban li Afganistanê xwe li bingeha esmanî Bagram a ku leşkerên Amerîkî birêve dibin peqand, û di encamê de bi kêmanî 4 kes hatin kuştin û 14 birîndar bûn.

Çavkaniyên medya Afganî dibêjin êrîş rûda li derveyî hola xwarinê ya bingehê, ku li bakurê Kabola paytext e.

Kesê êrîşker cilên karmendekî li xwe kiribûn.

Serokê cîbecîkarê Afganistanê Abdullah Abdullah di Twitterekê de got:

"Ez vê êrîşa xwekujî şermezar dikim û sozdariya xwe derdibirim li gel malbat û dostên kuştî û birîndaran.”

Peyvdarê Talîban Zabihullah Mujahid, berpirsiyariya tevgerê li dor êrîşê ragihand û got kesê êrîşker berî çend mehan derbasî bingehê bû berî ku xwe bipeqîne. Wî got bêhtirî 20 kesayetiyên Amerîkî hatin kuştin û jimareke mezintir jî birîndar bûn, di nav de jî serbazên Afganî.

Talîban pir caran jimarên kuştî û birîndaran mezin dike di êrîşên wiha de.

Gurûpa Talîban soz da ku êrîşên wiha bêhtir bike li dijî welatên beşdar di erka leşkerî ya NATO de li Afganistanê ku bi navê Piştgiriya Rijd tê nasîn û piraniya wê hêzên Amerîkî ne.

XS
SM
MD
LG