Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtijî li Bakurê Sûriyê 12 Kesan Dikuje


Medya dewleta Sûriyê dibêje bi kêmanî 4 sivîl hatin kuştin di encama bumbebarana serhildêran de li ser navçeyên bin destê hikûmetê li bajarlê Helebê.

Çalakvanên opozisyonê ragihandin ku êrîşên esmanî li ser navçeyên bakurê ên bin destê serhildêran de 8 kes kuştin.

Ev tundûtijiya îro yekşemê tê piştî rojekê ji vegerandina êrîşa serhildêran li ser aliyê rojavayê Helebê ji aliyê hêzên hikûmetê ve.

Ajansa dewletê SANA got topbarana rojavayê bajêr 4 kes kuştin, ku du jin û du zarok bûn.

Berevaniya sivîl a Sûrî, ku li aliyê bin destê serhildêran kar dike got yek ji navendên wê rastî êrîşên esmanî bûn li bajarokê Atareb, ku di encamê de 3 kes kuşton di nav de du zarok bûn.

Li parêzgeha Idlib a bin desê serhildêran, çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got erêşan 5 endamên malekê kuştin.

XS
SM
MD
LG