Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Yek Milyon Sûrîyên Ji Aliyê Hikumet û Daeşê Dûrpêç Dayne


Serokê ofisa alikarîyên mirovanî ya Netewên Yekgirtî gote civata Ewlehkarîyê, hijmara Sûrîyên dûrpêçkirî gehişte Dû beramber her ji sala borî.

Hevdem digel vê daxoyanîyê Amerîka 13 rêberên komelên çekdar yên Sûrîye bi koştîna sivîlan gonehbar dike.

Netewên Yekgirtî dibêje, nizîk 850 hezar kes ji aliyê hêzên hikumeta Sûrîye hetîne dûrpêç kirin û nizîk 150 hezar kesên din ji aliyê çekdarên Daeşê dûrpêç kirî ne.

Serokê ofisa alikarîyan ya Netewên Yekgirtî Stephan O'Brien gote 15 endamên civata ewlehkarîyê, tî tişt veşartî yan zehmet niye , dşrpêçkirin cûdakirine, birsîkirin û rêgirîye ji gehiştîna derman û pêtvîyên mirovaniye hete deverî birevîn.

Stephan O'Brien, daxwaz ji civata ewlehkarîyê kir, karî bo bihêz kirina biryarên Netewên Yekgirtî bike û daxwaza bidawî anina armanc kirina sivîlan kir.

Lialiyeka din, balyoza Amerîka li Netewên Yekgirtî Samantha Power, 13 rêberên komên çekdar li Sûrîye bi koştîna yan birindar kirina sivîlan gonehbar kirin.

Herwesa Power got, ew kesên tawan pêkanin wê rojekê bêne perpisyar kirn.

XS
SM
MD
LG