Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Biryara Girtina Salih Mislim ji Aliyê Tirkiyê ve


Mistefa Îsmaîl û Mistefa Ozçelik
Mistefa Îsmaîl û Mistefa Ozçelik

Ajansa nûçeyan a Tirkiyê Anadol dibêje desthilatdarên Tirkiyê biryara girtina hevserokê Partiya Yekîtiya Demukrat PYD Salih Mislim dan bi tawana girêdana bi teqîna meha şubatê li Enqera ku hin basên leşkerî ji xwe re kiribûn armanc.

Biryarê her wiha 47 kesên din binavkiribûn, di nav wan de hin serkirdeyên Partiya Karkerên Kurdistan PKK wek Cemil Bayik, Murat Karayilan, Fehman Huseyin, Zubeyir Aydar û Remzi Kartal, li gor Anadolê.

Teqîna roja 17ê meha şubatê 29 kes kuştin û bi dehan birîndar kirin li nêzîkî bingeheka leşkeri li Enqra.

Salih Muslim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka riyaksona xwe anî ziman û got,"Tirkiyê ji aliyê kesekî ve tê birêve birin û cîhan hemî dizane ku ev biryar ne rijdî ye û tenê ji bo ragihandinê ye."

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mistefa Ozçelik, serokê partiya Azadiya Kurdistan li Tirkiyê ku niha li herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Mistefa Îsmaîl parêzer û nivîskar ku li Danîmark dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Hest û Helwest 11_22_2016
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:15 0:00

XS
SM
MD
LG