Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje Daiş Çekên Kîmawî li Sûriyê Bikaranîn


Leşkerên Tirkiyê îro yekşemê gotin çekdarên Daiş li bakurê Sûriyê çekên kîmawî bikaranîn li dijî serhildêrên opozisyonê yên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, Li gor ajansa nûçeyan a Tirkiyê

Di daxuyaniyekê de komandariya giştî ya Tirkiyê got 22 serhildêran nîşanên bikaranîna gazên kîmawî pêşan dan, piştî êrîşeka rokêtan li rojhilata bajarokê el-Raiî li nêzîkî sînorê Tirkiyê.

Daxuyaniyê diyar nekir kengî êrîş bûbû.

Medya Tirkî ragihand ku kesên birîndar hatibûn veguhestin bo bajarokê Kilis li aliyê Tirkiyê ji bo taqîkirina madeyên kîmawî.

Bikaranîna çekên kîmawî di şerê Sûriyê de cihê xemê ye ji dema destpêkirina şer ve di sala 2011an de.

Di meha tebaxê de, raporteka rêxistina navnetewî ya nehîştina çekên kîmawî got belge hene ku rêjîma Esed û Daiş çekên kîmawî di şer de bikaranîn e.

XS
SM
MD
LG