Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Êrîşên Giran Dibin ser Helebê


Hêzên hikûmeta Sûrî bi firokên şer û topbaranê êrîşên giran birin ser navçeyên bin destê serhildêran li aliyê rojhilata bajarê Helebê û bi kêmanî sê kes kuştin, li gor çalakvanên opozisyonê.

Di demekê de, Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got bumbekirina navenda taxa Şaar sê kes kuştin, Berevaniya Sivîl a Sûrî got jimara kuştiyan 6 kesin.

Bumbekirina îro şemiyê hat piştî çend demjimêran ji pêşketinên hêzên hikûmetê li wan navçeyan.

Medya dewletê ragihand ku hêzên hikûmetê û hevalbendên wan kîlomitrekê ber bi taxên nû yên serhildêran ve çûn.

Ev pêşketinên nû dorpêçkirina wan navçeyan bihêztir dike û cih li serhildêran bêhtir teng dike ku wan ta niha nîvê navçeyên bin deste xwe ji dest dane.

Pêşketin her wiha riya firokxaneya rojhilata Helebê ji bo hêzên hikûmetê vedikin.

XS
SM
MD
LG