Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Helwesta Hikûmeta Sûrî li Dor Helebê


Ronî Elî û Kemal Sîdo
Ronî Elî û Kemal Sîdo

Hikûmeta Sûrî dibêje ew red dike her agirbestekê li Helebê eger derketina hemî serhildêran ji aliyê rojhilata bajêr piştrast neke.

Wezareta Derve ya Sûrî di daxuyaniyekê ku ajansa SANA îro sêşemê belav kir de got dê hikûmet rê nede serhildêran careke din hêza xwe kom kin û gunehkariyan bikin.

Ev daxuyanî hat piştî rojekê li ser rêgirtina Rûsya û Çînê li piroje biryareka encûmena ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ku daxwaza agirbesteka heft rojan li Helebê kiribû.

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje topbarana serhildêran li ser aliyê rojavayê Helebê di sê hefteyên borî de 81 sivîl kuştin, di demekê de ku êrîşên hikûmetê û hevalbendên wê di heman demê de 341 sivîl kuştin û bihezaran bêşûnûwar kirin di hefteya borî de.

Rewşa Helebê ta kîjan astê dikare bibe mînak li seranserî Sûriyê çi ji aliyê çereseriyê ve û çi jî ji aliyê têkbirina aliyekî bo aliyekî din.

Berê caran di nav civaka navnetewî de behsa rûxandina rêjîma Sûrî û serok Beşar Esed dibû û Rûsya ev yek red dikir û vîto bikar dianî.

Niha civaka navnetewî dixwaze tenê agirbestekê bisepîne lê Rûsya rê nade.

Helwesta hikûmeta Sûrî li dor helebê û hewlên navnetewî ew babetên vê xelekê ne ji bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan: Serokê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di bin Gefê de Kemal Sîdo ku li Almanya dimîne;û nivîskar Ronî Elî kul i herêma Kurdistana Îraqê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 12_06_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:54 0:00

XS
SM
MD
LG