Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Êrîşên Bombeyî li Stmebolê 38 Kesan Dikujin


Li navçeya Beşiktaş’a Stembolê, li nezî stadyuma futbolê ya Vodafon Arenayê, di du êrîşên bombeyî pêk hatin. Di êrîşan de 38 polês û sivîlan jiyana xwe jidestdan û 166 jî birîndar bûn..

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Cîgirê Serokwezirê Tirkiyê Nûman Kurtulmuş, digel Wezîran der heqê êrîşê de li Stembolê daxuyaniyek dan.

Suleyman Soylu got:

"Piştî ku maça futbolê ya tîmên Beşîktaş û Bursasporê teqîn çêbûye. Dema alîgirên Bursasporê ji stadê derdikevin şûnda wesaîteke bombebarkirî di êrîşê ser nuqta polêsan tê kirin. Di heman demê de teroristek ku li ser xwe bombe girêdaye di nav polêsan de xwe diteqîne."

Wî got bi şiga ku têkildarê teqînê ne 10 kes hatine desteserkirin.

"Hinek dixwazin ku têkoşîna me ya li hember terorê bidin rawestandin. Ji ber ku dixwazin bi şûna ketina Yekitiya Ewrupayê û serbestiya vîzeyê em qanûna xwe ya li hember têkoşîna terorê biguherînin. Yên ku hewl didin xebata Tirkiyeyê ya ji bo ewlehiyê kêm bikin, helbet dizanin em bi kîjan meseleyên biêş re mijûl dibin."

Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş jî derbarê êrîşê de got "Armanc polês in û şopa PKKê di êrîşê de xuya dike."

Kurtulmuş destnîşan kir lêkolîn didomin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG