Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ash Carter Bo Serdanekê Digihe Bexdayê


Wezîrê berevaniya Amerîka Ash Carter gihîşte Bexdayê ji bo kombûna li gel komandarên Amerîkî û serkirdeyên Îraqî li dor nirxandina pêşketinên di şerê Daiş de li bajarê Mûsilê.

Serdana Cater a îro yekşemê ku nehatibû ragihandin, tê di demekê de êrîşa hêzên Îraqî giran giran pêşve diçe li dijî çekdarên Daiç.

Carter bi firokeka leşkerî ya barhilgir ji Behrên çû Bexdayê û biryarbû li gel serokwezîr Haider al-Abadî û her wiha komandarên bilind ên Amerîka û koalisyonê kom bibe.

Li Behrên Carter doh şemiyê ragihand ku ew dê hêzeka Amerîkî ya din bişîne Sûriyê pêk tê ji 200 kesayetiyên leşkerî, ji bo rawêjkariya hêzên xwecihî bike di şerê dijî Daiş de. Berê hêzeka ji 300 kesî li wire û her wiha Amerîka 5 hezar kesayetiyên leşkerî li Îraqê hene.

Rizgarkirina bajarê Mûsilê pir girînge ji bo hêzên Îraqî da xweserweriya xwe vegerînin li gel ku hîn seqamgîriya siyasî dê bo wan dijwariyekbe di demên bê de.

XS
SM
MD
LG