Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Axaftinên Lavrov Li dor Tidmur û Vexwendina Rûsya bo Partiyên Kurd li Sûriyê


Ezîz Osman û Kawa Azîzî

Wezîrê derve yê Rûsya Sergie Lavrov doh duşemê gumanên xwe derbirîn li dor dorpêçkirina bajarê Tidmur ji aliyê çekdarên Daiş ve ku renge destê koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka têde hebe ji bo veguhjestina balê ji ser rewşa bajarê Helebê, li gor Lavrov.

Tawanên Lavrov tên di demekê de ku Rûsya pêşniyareka Amerîkî red kir li dor agirbesteke demkî li Helebê û got ew dê rê bide serhildêran ku careke din hêza xwe komkin.

Li alîkî din doh hate ragihandin ku Rûsya 24 partiyên Kurdên Sûriyê vexwendin bo kombûnekê li bajarokê Himêmîm ê parêzgeha Laziqiye.

Rastiya rola Amerîka û hevalbendên wê di derbasbûna Daiş bo Tidmur de çi ye û gelo ev tawan ta kîjan astê nakokiyên Rûsya û Amerîka li dor Sûriyê diyar dikin.

Pilana Rûsya li dor Sûriyê ji bilî hîştina Esed li ser desthilatê çiye û gelo ew ji partiyên Kurdên Sûrî çi dixwaze.

Bernameya Hest û Helwest van herdû babetan gutûbêj dike li gel du mîvanan:

Kawa Azîzî, Endamê serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan a Sûriyê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne, û Ezîz Osman, endamê mekteba siyasî ya Partiya Azadiya Kurdistan li Sûriyê ku li Birêtanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:24:53 0:00

XS
SM
MD
LG