Ji destpêka şerê Sûriye, Rûsiya bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji serokê sûriye Beşar Elesed û rêjîma wî re diyar kir û bi taybetî di şerê dawî de li bajarê Helebê ku bandoreke mezin têde lîst û karîbû piraniya bajêr vegerîne jêrî destê rêjîma Sûrî, gelo rola Rûsiya di qeyaran Sûriye de çiye û bo çi ye, û bandora wê li ser Kurdên Sûriye heye yan na?
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi çalakvanê siyasî re Mûnîr Şêxê re kir di derbarî vê babetê de û tê de got: "Rûsiya bi bandor e di şerê Sûriye de û ew ji be berjewendiyên xwe bi tenê kar dike."
Her wiha jî birêz Şêxê li ser destpêşxeriya dawî ya Rûsiya ji bo kombûnekê ji Kurdê Sûriye re li Himêmîm, wî got: "Rûsiya dixwaze Kurdan têxe bin kontrola xwe û destkeftiyên hêza HSD ji xwe re qezenc bike.
Birêz Mûnîr anî ziman ku divê Kurd hişyar bin û ne bin lîstokê navnetewî, û destkeftiyên xwe ji xwe re bikar bîn in."