Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Esed Tawanbar Dike bi Komkujiyan li Bajarê Helebê


Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry hikûmeta serokê Sûriyê beşar el-Esed tawanbar kir bi pêkanîna komkujiyan li bajarê Helebê, cihê ku bi hezaran kes ji navçeyên serhildêran hatin derxistin di çarçoweya agirbestekê de.

Kerry berevaniya hewlên diplomasî yên Amerîka kir ji bo bidawîanîna şerê ku têde rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsya, Îran û mîlîtanên Şîiî biser dikevin.

Di encamê de, Waşinton neçar ma ku wek temaşevan li alîkî raweste.

Kerry di kongirekî rojnamevanî de li Waşintonê got:

"Çi bihane nînin ji bo kiryarên hovane yên bê ciyawazî li dijî sivîlan, ku ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî ve dibin di van hefteyên borî de , ya rast, di pênc salên borî de."

Wî got, "tiştê ku rêjîma Esed dike ew nê kêmî komkujiyanin."

Kerry got Amerîka hewil dida kiryarên dijminahî li wir rawestîne. Wî got, diyare topbaran û êrîşên esmanî hatibûn rawestan û karwan jê derdiketin, lê her wiha rapotan behsa êrîşan dikir ji aliyê hêzên hikûmetê ve li dijî karwanên birîndaran.

Çalakvan û rûniştvanên navçeyên bin destê serhildêran demekê berê vê hefteyê gotin çekdarên alîgirên hikûmetê bi dehan kesên sivîl bê dadgehkirin kuştin.

Rûsya red kirin tawanên ku êrîşên wê yên esmanî xelkê sovîl bi jimarên mezin ji re kirin armanc, û got serhildêran xelkê sivîl ji xwe re wek mertal bikar dianîn.

Hêjayî gotinê ye, wezîrê derve yê Rûsya vê mehê got dê Rûsya bi serhildêrên ku li aliyê rojhilata bajêr bimînin re bide û bistîne wek ku ew terorîstin.

XS
SM
MD
LG