Rêkeftineke nû li bajarê Helebê îro şemiyê dê rê bide “rewşên mirovahî” ku ji du gundên dorpêçkirî yên Şîiî yên di bin destê hikûmetê de ne derkevin li bakurê Sûriyê, di gavekê de ku dê bihêle sivîl û serhildêr ji aliyê rojhilata Helebê derkevin, li gor medya Hizbullah û opozisyonê.
Çavdêriya mafê mirov ku bingeh li Londonê ye got derxistina 4 hezar kes, di nav de jî birîndar, ji gundên Foua û Kfarya ewe pêşbîn bû ku îro şemiyê destpê bike.
Çalakvanên opozisyonê gurûpa Hizbullah tawanbar dikin bi girtina rê li başûrê Helebê û bendkirina piroseya derkletina xelkê ji aliyê rojhilat.
Tê zanîn, operasyona derxistina xelkê roja înê hatibû ragirtin, piştî ragihandina gullebaranê li xaleka di navbera herdû aliyên şer de. Bi hezaran berî ragirtina operasyonê hatibûn derxistin.
Hikûmeta Sûriyê got derxistina xelkê ji gund û aliyê rojhilata bajêr pêwîste di heman demê de bibe, lê serhildêr dibêjin wan çi girêdan bi hev nîne.
Medya leşkerî ya Hizbullah got herdû bajarokên Medaya û Zebedanî yên di bin destê serhildêran de, ew jî di nav rekeftinê de ne.
Medaya û zebedanî ew li ser sînorê Libnan in û bi deh hezaran xelk ji aliyê hêzên hikûmetê û Hizbullah ve li wir dorpêçkirî ne.