Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rexneyên Tund li Birêtanya Dike li dor Axaftinên May


Serkirdeyê bilind ê Îranê Ayatollah Ali Khamenei bi awakî tund rexne li serokwezîra Birêtanya Theresa May kirin li dor axaftinên wê yên dawiyê ku gotibû Îran gefê li herêmê disepîne.

Di axaftinekê de ku îro şemiyê li ser malpera wî hate belavkirin, Khamenei Birêtanya wek “jêdera şer û perîşaniya xelkê herêmê “bi nav kir di herdû sedsalên borî de.

Tê zanîn demekê berê vê mehê, Theresa May di kombûneka serkirdeyên welatên Kendavê de got pêwîste welatên wan”li gel hev kar bikin ji bo rawestana kiryarên dijminahî yên Îranê li herêmê, çi li Libnan, Îraqê, Yemenê, Sûriyê û çi jî li welatên Kendavê bi xwe.“

XS
SM
MD
LG