Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frontex: Îsal 350 Hezar Koçber Gihîştin Ewrupa


Sereokê ajansa kontrolkirina sînor ê Yekîtiya Ewrupî dibêje îsal ta niha 350 hezar koçber gihîştine welatên Yekîriya Ewrupî.

Rojnameya Ruhr-Nachrichten a Almanî, îro şemiyê ji ser zimanê Fabrice Leggeri, rêvebirê cîbecîkar ê ajansa Frontex, ragihand ku gotibû 180 hezar kes bi riya Tirkiyê û derya sipî gihîştin, di demekê de 170 hezar bi riya Lîbya û Misir gihîştin Ewrupa.

Ev jimar kêmbûneka tund diyar dike li beramber sala borî ku bêhtirî 1 milyon koçber derbasî Ewrupa bûn.

Leggeri got releftina di navbera Yekîtiya Ewrupî û Tirkiyê de ew jimara koçberên ku jialiyê rojhilat ve dihatin kêm kir, lê yên ku ji bakurê Afrîqya tên jimara wan bi rêjeya 30 ji sedî bilind bûye.

Rêxistina navnetewî ya koçberan meha borî got 4,636 kes îsal di derya sipî de jiyana xwe jidest dan, ku bi derdora hezar kesî bêhtire ji jimara kesên ku sala borî jiyana xwe ji dest dayî.

XS
SM
MD
LG