Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW: Mîlîtanên Piştgirên Hikûmeta Îraqê Hin Girtiyên Daiş Kuştin


Rêxistina Mafê Mirov Human Rights Watch, îro şemiyê got mîlîtanên ku piştgiriya hikûmeta Îraqî werdigrin, hin çekdarên girtî yên Daiş kuştin ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatibûn girtin.

Raporta HRW dibêje mîlîtanên Heşd al-Jabour, ku ji şervanên êlên Sunnî pêk tên, çar çekdarên Daiş kuştin ku meha borî li gundekî bakurê Mûsilê hatibû girtin.

Raporetê ji ser zimanê hin gewahîdanan got ku ew li ber çavên hêzên Îraqî û bê pîvanên dadwerî hatin gullebarankirin.

Mîlîtan ew beşek in ji hêzên Heşd el-Şeibî ya mîlîtanên Şîiî ku di helmetên berê de dijî Daiş bi destdirêjiyan hatibû tawanbarkirin .

Peyvdarê hikûmeta Îraqî Saad al-Hadithi got desthilatdar ne agahdarbûn ji rûdanê, lê ew pêgirin bi girtina her kesê zêdegaviyan bike di warê mafê mirov de.

Wî got:

“bi giştî, tolvedan renge bibe li hin herêman ji aliyê hin kesên ku endamên malbata wan hatibûn kuştin ji aliyê Daiş ve, lê ew berî derbasbûna hêzên hikûmeta Îraqê bû. Ev kiryar bi temamî têne redkirin ji aliyê hikûmetê ve, vekolîn di vê derbarê de dibin û kesên sûcdar tê rastî dadgehkirinê bin.“

XS
SM
MD
LG