Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kombûna Wezîrên Derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Dor Sûriyê


Beyrem Bozyel û Emjed Osman
Beyrem Bozyel û Emjed Osman

Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê îro sêşemê li Mosko kom dibin ji bo guftûgokirina pêşketinên dawî li Sûriyê û hewildana gihîştina bingeheke hevbeş di vê derbarê de.

Wezîrê Derve yê Rûsya dibêje ew bihêvîne karibin hin gavan bavên ber bi lihevkirineka aştiyane li wir.

Ev kombûn tên piştî rojekê ji kuştina balyozê Rûsî li Enqera Andrey Karlov.

Berî sê rojan jî, Neteweyên Yekgirtî pirojebiryareka Frensî li dor bajarê Helebê erê kir ji bo şandina çavdêrên navnetewî ku dê operasyonên derxistina xelkê sivîl ji navçeyên şer bişopînin û piştrast bikin ku ew rastî kuştin û zordariyê nebin.

Kuştina balyozê Rûsya li Tirkiyê, kombûnên wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê, û erêkirina şandina çavdêrên navnetewî bo Helebê, dê çi guhertinan di rewşa Sûriyê de bi giştî û bajarê Helebê bi taybetî bikin.

Bernameya Hewt û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Emjed Osman, berpirsê Tevgera Çaksazî- Sûriyê ku li Qamişlo dimîne û Beyrem Bozyel, cîgirê serokê Pariya Sosiyalîst a Kurdistan li Tirkiyê ku li bajarê Amedê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 12_20_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:28 0:00

XS
SM
MD
LG