Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Cezayên Aborî Dide Ser Hin Kes û Kompaniyên Rûsî



Amerîka roja sêşemê cezayên aborî dan ser hin karsaz û kompaniyên Rûsî yên din li dor kiryarên Rûsya li girava Qurum û Okranya.


Ev pîvan tên mehekê berî ku serok Barak Obama posta serokatiya bispêre serokê hilbijartî Donald Trump, ku pesna serokê Rûsya Vladimir Putin dide û dibêje divê pêwendiyên herdû welatan baş bin.


Kandîdê Trump ji bo wezareta derve Rex Tillerson, ku birêvebirê kompaniya niftê Exxon Mobil e, ew li dijî cezayên aborî ye li ser Rûsya ye ku di sala 2013 an de ew xelatkir.


Ne diyare ku Amerîka dê di bin desthilardariya Trump de cezayan bihêle.
Ew dikare fermanên cîbecîkar ên ku rê didin van pîvanan rake.

XS
SM
MD
LG