Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Misto Behsa Rewşa Bajarê Babê Dike


Zara Misto

Ajansa Dewleta Tirkiyê Anadol îro çarşemê ragihand ku 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin di şerê Daiş de li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê.

Ajansê her wiha got firokên Tirkiyê di êrîşên esmanî de li wir 40 şûnên çekdaran ji xwe re kirin armanc.

Rojnamevan Zara Misto di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser pêşketinên dawî li wan herêman û got:

“Şer niha ji gundewarên Babê derbasî nava bajêr bûye, nêzîkî nîvê bajêr ji aliyê Artêşa Sûriya Azad bi piştgiriya Tirkiyê hatiye rizgarkirin û gelek kuştî ji herdû aliyan hene.“

Misto ku li Tirkiyê dimîne, bal kişand ser pilana Tirkiyê li wir û got Tirkiyê dixwaze piştî Babê ber bi aliyê Menbijê de biçe û Hêzên Kurdî li wir têk bibe.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:39 0:00

XS
SM
MD
LG