Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Derxistina Xelkê ji Rojhilata Helebe Berdewam e


Basên derxistina xelkê ji aliyê rojhilata Helebê hîn ji wan navçeyan derdikevin di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de, li gor berpirsekî NY li Sûriyê ku îro pêncşemê ji ajansa Reuters re got:

"Derxistina Xelkê hîn berdewam e, çavdêr hîn li wir in, şeva borî û sere sibehê derdora 300 otombêlên taybet ji wir derketin."

Serokê Sûrî Beşar Esed roja çarşemê nêzîk bû ku bajarê Helebê bi tevahî Kontrol bike, lê Neteweyên Yekgirtî û berpirsên serhildêran red kirin ku operasyona derxistina sivîl û şervanan bi temamî bidawî bûye.

Tê zanîn berî çend rojan Neteweyên Yekgirtî erê kir li dor şandina çavdêrên navnetewî bo Helebê da operasyona derxistina xelkê bişopînin , piştî ku hin raportan behsa kiryarên zordariyê li dijî xelkê sivîl kirin.

XS
SM
MD
LG