Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bavê Sefter Taş: Yê di Vîdyoya Daişê de Tê Şewitandin Ew Kurê min e


Roja Pêşemê, Daişê vidyoyek 19 deqeyî belav kir ku tê de du leşkerên Tirk dişewitîne. Rayedarên dewletê roja pêşemê tu daxuyaniyek nedan lê di heman şevê de de internet û torên civakî giran bûne û derbasbûna internetê zor û zehmet e.

Di vîdyoyê de Daiş navê leşkeran dide, li Tirkiyê gefan dixwe, bang li alîgirên xwe yên li Tirkîyê dike û van vedixwîne çalakîyên xwekuştinê.

Yek ji leşkeran ku di vidyoyê de tê îdia kirin Sefter Taş e. Ew ji îloan 2015î vir ve di destê Daişê de dîl e lê heta neha rayedarên dewletê şi ser rewşa wî tu agahî belav nekirû. Sefter Taş ji navçeya Aralika îdirê ye û bi eslê xwe Kurd e.

Bave Sefter Taş, Aydin Taş ji Dengê Amerîka re axivî û got yê di vidyoyê de xuya dike kurê wî Sefter e.

“Ma mirov kurê xwe nas nake, ew Sefter e, sal û nîv e di destê Daişê de ye. Em bi wan dîmenan perîşan bûn. Lê rayedarên delwetê ji me re got ew vidyo ne rast e montaj e.”

Aydin Taş destnîşan kir sal û nîv e jibo rewşa kurê xwe gelek caran çûye Enqerê. Dewletê qebûl kiriye ku Sefter di destê Daişê de ye lê got ew nizane ku Daiş jibo rizgarkirina kurê wî çi dixwaze.

Aydin Taş destnîşan kir karbidestên dewletê derbarê rewşa kurê wî de roja şemiyê dê daxuyaniyek bidin.

Roja înê êvarê Wezîrê Berevaniyê Fîkrî İşik li ser leşkerên dîl yên destê Daişê de daxuyaniyek da.

Wî got li gor agahiyên destê wan de di destê Daişê de 3 leşkerê wan hene lê behsa vidyoyê û leşkerên hatine şewitandin nekir.

"Belê, em dinirxînin ku 3 lekşerên me di destê Daişê de ne. Lê şîroveyên beriya daxuyaniya min yên derbarê vê mijarê de ne piştrastkirî ne. Heta van îdiayan piştrast nebin, bawerî bi agahiyên derbarê leşkerên destê Daişê de neynin."

Parlamenterê HDPê yê îdirê M.Emin Adyaman li ser rewşa Sefter Taş beriya şeş mehan pirsiyarnameyek pêşkêşê parlamenê kiribû lê bersivek negirtibû.

Serokê Partiya Gel ya Komarî Kemal Kiliçdaroglu jî got ew li hêviya daxuyaniya hikûmetê ne.

“Di vidyoyê de leşkerên me bi saxî tê şewitandin, gule berê serî du leşkerên me didin. Em li benda bersiva hikumetê ne lê ew dibêjin ku lêkolîn berdewam in. Belê lêkolînê bikin lê bersivek jî bidin. Yên ku Suriyê li serê me kirin bela hun in û divê hun hesabê vê yekê jî bidin."

Ji aliyê dinê ve roja înê li Stembolê operasyona Daişê destpêkir û 31 kes hatin desterkirin. 43 bergûmanên di operasyona Daişê de ku 16ê mehê de li Konyayê hatibûn girtin, doh serbest hatin berdan.

Serokerkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Mertala Firatê de daxuyaniyek da û got li El Babê 51 mintiqên Daişê hedef hatine girtin û 22 endamên Daişê hatin kuştin.

Raporta Xecîcan Farqîn 12_24_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:16 0:00

XS
SM
MD
LG