Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînên Bexda û Derdora wê 11 Kesan Dikujin


Berpirsên Îraqî dinbêjin teqînên ciyawaz li Bexdayê û derdora wê qewimîn û di encamê de bi kêmanî 11 kesan jiyana xwe jidest dan û 34 birîndar bûn.

Polîs dibêje êrîşên herî mirdar di nav êrîşên îro yekşemê de li herêmên bazirganî, ew li navçeya Nahrawan a başûrê rojhilat û navçeya Suwaib a başûrê rojava qewimîn, ku di her yekê de sê sivîlan jiyana xwe jidest dan û15 kes birîndar bûn di herdû êrîşan de.

Berpirsên tenduristî ev jimar piştrast kirin.berpirsan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftiona li gel medya nebû.

Çi gurûpan yekser berpirsiyariya xwe ranegihand li dor êrîşan.

Tê zanîn Îraq hema bi awakî rojane rastî êrîşan dibe, di nav de jî Bexda, ku çekdarên Daiş berpirsiyariya xwe radighînin li dor êrîşên ku li wir diqewimin.

XS
SM
MD
LG