Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Guftûgoyên Pêşbîn li Dor Sûriyê û Rewşa Kurdan di Guftûgoyan de


Şêrwan Îbrahîm, Şepal Îbrahîm û Kadar Pîrê
Şêrwan Îbrahîm, Şepal Îbrahîm û Kadar Pîrê

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov dibêje hikûmeta Sûrî kombûnan li gel opozisyonê li dar dixe wek amadekarî ji bo axaftinên pêşbîn li bajarê Asîtana yê Kazaxistanê.

Lê desteya bilind a guftûgoyan li ser zimanê endamê wê George Sabra dibêje wan çi agahî nînin li dor kombûnan.

Desteya Bilind a ku sala borî li Erebistana Saudî hate damezrandin, ew di nava xwe de hin gurûpên opozisyona Sûrî vedihewîne ku Rûsya û rêjîma Sûrî wan terorîst dibînin.

Eger desteya Bilind ji van kombûnan ne agahdare, gelo kî ne aliyên tevlî kombûnên li gel hikûmetê dibin.

Rewşa Kurdan di van kombûnan de çiye û ta kîjan astê ew tên dîtin wek beşek ji opozisyona Sûrî.

Tevgera Kurdî çawa dikare li hedrû aliyên kirîza Sûrî niwêneratiya Xelkê Kurd Bike.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mîvanan ronî dide ser van babetan:

Şepal Îbrahîm: Endamê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) ku li Almanya dimîne, Şêrwan Îbrahîm: Şîrovekarê Siyasî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne, û Kadar Pîrê: Rêvebirê Rêxistina Kurd bê Sînor ku li Frensa dimîne,

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke.

Hest û Helwest 12_27_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:59 0:00

XS
SM
MD
LG