Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvan: Êrîşên Esmanî Pirda Dawî ya Mûsilê Ji Kar Dixin


Rûniştvanên bajarê Mûsilê dibêjin êrîşên esmanî yên koalisyona navnetewî ya dijî Daişê li pirda dawî ya bajêr xistin û ew ji kar xistin.

Rûniştvanên ku, nexwestin navên xwe diyar bikin, îro çarşemê ji ajansa Associated Press re gotin êrîş berbanga roja duşemê rûdan. Berpirsên Îraqî û yên koalisyona navnetewî ne amade bûn ku çi şîrovekirinan bikin.

Çalakvanan ji hindirê Mûsilê roja sêşemê hin wêneyên pirda hesinî, bi navê Pirda kevin tê nasîn, belavkirin. Wêneyan diyar dikin çawa stûnên wê xwar bûne û ketine nav avê, û her wiha gemî rûniştvanan ji alîkî avê vediguhêzin alîyê din.

Tê zanîn bajarê Mûsilê 5 pird hebûn li ser çemê Dîcle yê ku di nava bajêr re diçe.

XS
SM
MD
LG