Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Huşdariyê Dide Balafirên Amerîkî li Başûrê Îranê


Iran map
Iran map

Generalekî Îranî dibêje berevaniya esmanî ya welatê wî huşdarî da balafir û firokên bê firokvan ên Amerîka li aliyê başûrê welêt di rahênanên leşkerî de li wir.

Ajansa nûçeyan a nîv fermî ya Îranê Tasnim îro çarşemê ji ser zimanê General Abbas Farajpour ev idîaa ragihand ku gotibû:

“Di sê rojên borî yên rahênana leşkeri de berevaniya esmanî huşdarî da 12 firokan da ku ji esmanê Îranê dûr bimînin.“

Pêwendiyên li gel Bingeha 5em a deryayî ya Amerîka li Behrênê biserneketin.

Di van mehên dawî de bingehê hin gazind hebûn li dor leşkerên Îranê li esman û deryayê li wan navçeyan.

Roja duşemê,Yekîneyên berevaniya esmanî ya Îranê dest bi çalakiyên leşkeri kirin bi belavbûna 17 hezar kesayetiyên leşkeri li ser 496 hezar km çargoşe li başûrê Îranê.

XS
SM
MD
LG