Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewas Xelîl Behsa Rêkeftina Tirkiyê û Rûsya li Dor Sûriyê Dike


Ajansa nûçeyan a dewleta Tirkiyê Anadol îro çarşemê ragihand ku Tirkiyê û Rûsya Erê kirin li dor pilana agirbestekê li seranserî rûbera Sûriyê.

Ev yek tê di demekê de ku herdû welat çavdêriya axaftinên Astana dikin ji bo dîtina çareseriyeka aştiyane li Sûriyê.

Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya opozisyona Sûrî Hewas Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

“Herçendî ev yek hatiye ragihandin jî, hîn bi temamî li seraserî Sûriyê nehatiye lihevkirin li dor hin gurûpan û nasandina wan û her wiha hebûna Îranê ya leşkerî li ser erdê gelek astan tê dibe.“

Xelîl ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser rola Amerîka di vê derbarê de û got tiştek bêyî Amerîka birêve naçe û her tiştê dibe destê Amerîka tê de heye.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:09:02 0:00

XS
SM
MD
LG