Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balafireka Hêlên Îranî Vedigere Balafirxanê Piştî Têkçûna Motoreka Wê


Balafireka Hêlên Îranî Vedigere Balafirxanê Piştî Têkçûna Motoreka Wê

Ajansa Tesnîm a nûçeyan ragihand ku balafireka Hêlên Esmanî yên Îranê îro şemiyê bi darê zorê hate vegerandin bo balafirxaneya Mehrebad li Tehranê piştî têkçûna motoreka wê.

Ajansê got hemî sernişînên balafirê baş in.

Ajansa ISNA ji ser zimanê rêvebirê pêwendiyên giştî yê hêlên esmanî Taban ragihand ku balafira wan McDonnell Douglas MD-80 pêwîst bû vegere ji ber şaşiyeka teknîkî.

Hêjayî gotinê ye hêlên esmanî yên Îranê rastî rûdanên wiha dibin ku siyasetmedar dibêjin cezayên navnetewî nahêlin ew balafirên xwe nûjen bikin.

Îranê girêbest li gel kompaniya Airbus a Ewrupî û Boeing a Amerîkî îmze kirine ji bo kirîna derdora 180 balafir ku ew mezintirîn girêbest in li gel rojava ji dema şoreşa 1979an ve.

Balafira yekem a van girêbestan dê sala 2017an bigihe Îranê.

XS
SM
MD
LG