Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Hevalbendiya Rûsya û Tirkiyê li Kurdên Sûriyê


Mistefa Jumaa, Azad Berazî û Nesredîn Îbrahîm
Mistefa Jumaa, Azad Berazî û Nesredîn Îbrahîm

Piştî gelek astengî û kirîzan Tirkiyê û Rûsya karîbûn bi awakî balkêş nêzîk hev bin û pêwendiyên xwe ji asta dijminahiyê ber bi dostanî û hevalbendiyê de bibin.

Ew berî çend roja gihîtin rêkeftinekê li dor Sûriyê ku bi agirbesrtekê li seranserî Sûriyê destpêkir û dê di çarçoweya wê de axaftinên aştiyê di navbera hikûmet û opozisyona Sûrî de birêve bibin û renge bi gihîştina çareseriyekê encam bide.

Lê bê guman ev hevalbendiya nû li dor Sûriyê dê gelek bandor hebin li ser erdê û bi taybetî li ser Kurdên Sûriyê ku aliyekî ji wan hêzeka leşkerî ya berbiçav heye û navçeyên berfereh Kontrol dikin.

Kurd dikarin çi qezenc kin ji vê hevalbendiya nû û wan çi heye jidest bidin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûnan sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Mistefa Jumaa, endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) ku li Nerwîc dimîne; Nesreddîn Îbrahîm, sekretêrê Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûriyê ku li Sûriyê dimîne; û Azad Berazî, endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrat a Kurdî Sûrî ku li ew jî li Sûriyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 01_03_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:41 0:00

XS
SM
MD
LG