Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cudaxwazên Ereb Berpirsiyariyê Li Dor Bumbekirina Du Boriyên Niftê li Îranê Radighînin


Gurûpeka cudxwaz a Ereb berpirsiya bumbekirina du boriyên niftê li başûrê Îranê ragihand û gefa êrîşên bêhtir da di vê salê de.

Tevgera Tekoşîna Erebî ji bo Rizgarkirina Ehwaz deregî roja sêşemê daxuyaniyek belav kir û her wiha hin wêneyên ku teqîna boriyekê diyar dikin li parêzgeha Xozistanê.

Ajansa Associated Press ku ev agahî ragihand, nikarîbû yekser wêneyan piştrast bike û ne jî medya Îranê û berpirsên wê li dor vê rûdanê axivîn.

Daxuyaniyê got êrîş hat li ser imzekirina Îranê rêkeftinên nift û gaze li gel kompaniyên biyanî, piştî rêkeftina navokî li gel hêzên mezin ên cîhanê.

Wê her wiha huşdarî da ku wê “berferehiyên pilanên destnîşankirî hene bo jimarek operasyonên girîng û rade bilind “ku dê îsal pê bên

XS
SM
MD
LG