Dîplomatekî mezinî Amerîka ji serkirdeyên Afghanistanê re piştrast kir ku dê bêgiriya Waşintonê bi aştî, geşepêdan û ewlekariya Afghanistanên, kûrtir bibe di bin desthiladariya nû ya Amerîka de bi serokatiya Donald Trump.
Alîkarê wezîrê derve yê Amerîka ji bo karûbarên siyasî Thomas Shannon îro şemiyê serdana Afganistanê kir û kom bû li gel serok Ashraf Ghani û serokê cîbecîkar Abdullah Abdullah û hin berpirsên din ên rade bilind ên hikûmetê.
Shannon piştre ji peyamnêran re got mebesta serdana wî ew bû ku dupatkirina li ser hevkariya bihêz a ku herdû welatan karîbû ava kin di 8 salên serokatiya Barak Obama de.
Wî got:
“Pêgiriya me bo Afgahnistanê dê di 20 vê mehê de bidawî neyê (dema Trump desthilatê wergire), li tersî wê, dê kûrtir bibe.”
Ta niha, ne diyare serokê hilbijartî Donald Trump dê çawa danûstandinê bike li gel operasyonên li Afghanistanê ku bûne dirêjtirîn şer ji bo Amerîka.