Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî li Mûsilê Pêşketinan li Dijî Daiş Bidest Dixin


Hêzên Îraqî pêşketinên bilez bi dest xistin li bajarê Mûsilê di şerê dijî Daiş de.

Wan îro şemiyê aliyê rojhilata pirdê sêyem û parek ji zanîngeha Mûsilê kontrol kirin, li gor efserekî rade bilindî Îraqî.

Hêzên Îraqî niha aliyên rojhilata sê pirdan kontrol dikin ji nav pênc pirdên bajêr ên ku li ser ava çemê Dicle aliyê rojhilata bajêr digihînin aliyê rojava.

Balafirên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka, dawiya sala borî pirdên bajêr bumbebaran kirin ji bo girtina riyên alîkariyê ji ser çekdarên Daiş

Li zanîngeha Mûsilê, komandarên mezinên ên Îraqî gotin wan bêhtirî nîva navçeya derdora zanîngehê kontrol kiriye, lê pevçûn berdewamin.

General Haider Fadhil û General Abdul-Wahab al-Saadi îro şemiyê gotin hêzên Îraqî doh înê ji aliyê başûrê rojhilat ve derbasî zanîngehê bûn û ta êvarê jimarek avahî rizgarkirin.

XS
SM
MD
LG