Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Birro Behsa Beşdarbûna xwe di Axaftinên Astana de Dike


Îbrahîm Birro
Îbrahîm Birro

Guftûgoyên li dor Sûriyê ku bi piştgiriya Rûsya û Tirkiyê dibin li paytexta Kazaxistanê Astana, biryare roja duşemê destpêbikin ku dê gelek kesayetiyên leşkerî û siyasî yên opozisyonê û her wiha yên rêjîmê lê beşdar bin.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Birro, ku ew jî hatiye vexwendin bo van axaftinan, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:

“Ta niha çi vexwendin bi navê pêkhate û rêxistinan nehatine şandin, belê serokên wan aliyan hatine xwestin. Ez wek serokê ENKS hatime vexwendin."

Li dor girîngiya van axaftinan Birro got:

“Ev rûniştin ew destpêka rûniştina Cinêvê ye, ewê hewil bidin dîwar di navbera rêjîmê û aliyên leşkerî de bişkînin da ku piştre aliyên siyasî bêhtir cihê xwe bigrin di axaftinên Cinêvê de.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Îbrahîm Birro 01_18_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:01 0:00

XS
SM
MD
LG