Dengdana beşa duyemîn ya guhertina 18 xalên destûra bingehîn bi dawî bû û 18 xalên qanûna bingehîn bi piranîya dengan ji hela AKP û MHP vê hate pejirandin.
Li ser vê yekê bi biryara Serokwezîr, di meha Nisanê de ji bo erêkirina gel, wê referandûm bê li darxistin.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî qebûlbûna guherîna Destûra Bingehîn li parlamentoyê tevî grûba xwe civîya wî di axaftina xwe de got:
“Tirkîye nikare vê guhertina rejîmê rake. Em li dijî guhertina vê rejîmê ne. Em ê bi hemû parlamenterên xwe re kolan bi kolan bigerin û şaşiyên vê guherîna Destûra Bingehîn bibêjin. Kiliçdaroglu bilêv kir ku: guhertina destura bingehîn şaş e û wî got“Parlamentoyê îxanet li dîroka xwe kir; dê gelê me vê yeke sererast bike.”wî herî dawî bangewazi kir û got bila herkes xwedî li demokrasÎyê derkeve
Herwiha serokwezîrê Tirkîyê Binalî Yildirim jî di axaftina xwe de anÎ ziman ku gel dê di refenrandûmê de biryara guherîna destura bingehîn bide. Wî got: “Edî biryar ya gele me ye,biryara wan li ser sere me ye.”
Binalî: “Yê ku destûra bingehîn biguherîne gele me yê azîz yên Tirk in. Me wek wekîl peywira xwe bi cîh anî yên girîn em dispêrin gel êdi.”
wî bi berdewamî got: gele Tirk girêdayî nixên komarîyê ye. Vê gelî di sala 1920î de komara Tirkiyê ava kir û gihaşt vê rojê. Di roj 15ê Tîrmehê de jî vî gelî hikûmeta xwe û dewleta xwe bi canê xwe parast û got: gel yê herî rast di referandûmê de bide.
Herwiha ji destpêka dengdayînê vir ve li ser medyaya civakî kempenya “na” tê meşandin û Partîya Demokratîk a Gelan jî ji bo kempenya “na” dê dest bi xebatên xwe bike û roja yekşemê bernameya xwe dîyar bike.