Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş Otêleka Mûsilê Diteqîne


Hin çavkaniyan îro yekşemê ragihand ku Daiş roja înê otêleka mezin li Rojavayê Mûsilê Teqand, di çarçoweya hewildanên xwe de ji bo rê li hêzên Îraqî bigren ku derbas nebin wan navçeyan.

Du şahidhalên ku nexwestin navên xwe diyar kin, bi riya telefonê ragihandin ku otêla Mûsilê ya bi şêweyê Ehraman hatibû duristkirin bi alîkî de ketiye piştî teqînê.

Otêla Mûsil li ser çemê Dicle ye ku bajêr dike du beş.

Teqîn tê di demekê de ku hêzên Îraqî hewil kar dikin ji bo rizgarkirina tevahiya rojhilata bajêr û berê xwe bidin aliyê rojava.

Tê zanîn, operasyona rizgarkirina Mûsilê bi piştgiriya hêzên hevpeymaniya navnetewî ku Amerîka serkirdayetiya wan dike birêve diçe.

XS
SM
MD
LG