Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Şanoya Bajêr Hat Ava Kirin


Lîstikvanên Şanoya bajêrê Amedê, piştî ku li ser biryara kayyum ji kar hatin avêtin, şanoyek nû bi navê Şanoya Bajêr a Amedê avakirin.

Lîstika yekem a şanoya bajêr, standupa Ozcan Ateş a bi navê dawiya dawî bû.

Ozcan Ateş lîstika bi navê “Dawiya Dawî” li ser serpêhatiyên xwe yên dema şaredariyê amade kiriye.

Şanogerê Kurd di dawiya lîstikê de anî ziman ku hunermendên Kurd ji sifirê destpêdikin bi salan ked dan lê bi tayinkirina kayuman hemî keda wan ji destê wan hat girtin.

Parlamenterê Ruhayê û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr jî temaşeya lîstikê kir.

Baydemir, ji bo vê hewildanê hemî şanoger pîroz kirin û got şanoya bajêr li hember zilmê serî dananîye û anî ziman ku kayyum bi meaşan dixwaze xebatkaran terbiye bike.

Hun dikarin dirêjahiya raportê li ser fayla deng guhdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn 02_12_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00

XS
SM
MD
LG