Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Amerîka Dê Rûsya Bide ber Pirsan


Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence îro şemiyê soz da ku Amerîka dê Rûsya bide ber pirsan, heçendî serok Donald Trump di destpêka serokatiya xwe de hewil dide bingeheka hevbeş bibîne di navbera Amerîka û Rûsya de.

Pence di axaftina xwe de, careke din dupat kir li ser peyama rêvebiriya Trump a ku dibêje divê welatên NATO pereyên bêhtir li ser berevaniyê xerc bikin.

Di yekem serdana xwe ya derve de wek cîgirê serokê Amerîka, Pence hewil da dilê hevalbendên Ewrupî di cih ke ku xemên wan hene li dor dijminahiya Rûsya û daxuyaniyên Trump ên erênî li dor serokê Rûsî Viladimir Putin.

Pence got Amerîka dê ji Rûsya daxwaz bike ku pêgir be bi rêkeftina aştiyê ya sala 2015an a bajarê Minsk li Belarus jib o bidawîanîna tundûtijiyê li rojhilata Okranya di navbera hêzên hikûmetê û cudaxwazên ku Rûsya piştgiriya wan dike.

Pence di axaftina xwe, careke din dupat kir li ser peyama rêvebiriya Trump a ku dibêje divê welatên NATO pereyên bêhtir li ser berevaniyê xerc bikin.

Wewlatên endam ên NATO di sala 2014an de soz dan ku ewê rêjeya 2 ji sedî ji dahatên xwe yên navxweyî li ser berevaniyê xerc bikin.

XS
SM
MD
LG