Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed Hêzên Amerîkî Li Sûriyê wek Dagîrker Binav Dike lê Hîn Ji Trump Bihêviye


Serokê Sûriyê Beşar Esed ji tilfizyoneke Çînî re got xema leşkerên wî ya sereke ewe xwe bigihînin Reqqayê Ku di bin destê Daiş de ye û hêzên Kurdî bi piştgiriya Amerîka li wir şerê gurûpa terorîst dikin.

Di hevpeyvînekê de, îro şemiyê hat belavkirin, li gel tilfizyona Phoenix ku bingeh li Hong-Kong e Esed got bajarê Dêr el-Zor ku ew jî di bin destî Daiş de ye, dikare di heman demê de bibe armanca wan.

Wî got di aliyê tewrî de wan hin xemên hevbş hene li gel Amerîka lê hîn çi pêwendiyên fermî di navbera wan û Amerîka de nînin.

Esed hêzên Amerîkî li Sûriyê wek hêzên dagîrker dan nasîn û got wan hîn çi sozên berbiçav ji serok Donald Trump wernegiretine ku diyar bikin xema wî ya sereke ew têkbirina Daişê ye.

Wî di derbarê gotara Trump de got:

“Me hîn tiştekî rijdî di derbarê vê gotarê de nedîtiye... Em bi hêvî bûn ku ev rêveberî dê tiştên me bihîstî pêk bîne.“

Tê zanîn hêzeke Amerîkî ye ku ji 500 rawêjkar û şarezayên leçkerî pêk tê, li Bakurê Sûriyê ye û piştgiriya Hêzên Sûriya Demukrat dike di şerê dijî Daiş de.

XS
SM
MD
LG